Duh baregeh û sengerên Tûgaya 16 ya Heşdî Şeebî yên li sînorê navçeya Daqûq hate bombebarankirin.
Li aliyekî din jî bi dron û mûşekan Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê û navçeya Koye hate bombebarankirin.
Duh careke din ji aliyê DYA’yê ve baregeh û navendên Heşdî Şeebî yên li sînorê navçeya Daqûq hatin bombebarankirin.
Li gor agahiyan baregeh û sengerên Tûgaya 16 ya Heşdî Şeebî bûn hedef.
Wekî agahiyên destpêkê sê çekdar birîndar bûne.
Desteya Heşdî Şeebî ev êrişe bi daxuyaniyekê piştrast kir.
Bi dron û mûşekan êrişê Koye û Silêmaniyê hate kirin
Li aliyekî din jî bi droneyên kamîkaze Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê û bi mûşekan navçeya Koye hate bombebarankirin.
Hat ragihand, drona êrişê Silêmaniyê kir hate xistin.
Li gorî hin çavkaniyan duh di satên êvarê de bi mûşekê êrişî ser kampa Kurdên Rojhilat hate kirin.
Têkildarî ziraran jî hîn agahî nehatine bi destxisitn.



