Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêbazên derqanûnî bi sedan karmendên xwedî tecrube, ji kar derdixe:
Li şûna wan kesên ku zanîngeh nexwendine û tecrubeya wan nîn e, digre.
Li hemberî vê biryarê jî li gelek parêzgehên Sûriyê ,bi dehan mamoste li pêşiya Wezareta Perwerdeyê kom bûn û bertek nîşan dan.
Mamosteyan nûnerekî xwe şandin wezaretê û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Li gorî çavkaniyan, agahiya wezaretê ji rewşa mamosteyan nîn e.
Her wiha hat diyar kirin ku kesên ku li şûna wan têne teînkirin, zanîngeh nexwendine.



