Îsraîl roja yekê ya cejnê jî êrişên xwe li ser Libnanê dewam kir.
Li gor ajansa fermî ya Libnanê balafirên şer ên Îsraîlê bajarê Sûrê bombebaran kiriye, 2 kes mirine.
Balafirên Îsraîlê saetên sibêje navçeyên Bînt Cubeyl û Teyrî, bajarokên Kefer Sir û Kefer Tibnit ên Nebatiyê bombebaran kir.
Heman rojê bajarokên Habbuş û Deyr Surya jî hat armanckirin.
Li gorî agahiyan li Beyrûtê jî du dengên bi hêz hatiye bihistin.
Her wiha herêma rojava û navîn a başûrê Lubnanê jî bi çekên giran ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin topbarankirin.
Ajansê da zanîn ku di encama bombebaran û topbaranê de birîndar hene lê hejmara wan diyar nekir.
Li gel vê yekê ji ber êrişan li Beyrutê jî koçberî zêde dibe.
Rayedarek Lubnanî da zanîn ku xelkê ku ji cih û warên xwe bûne nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn pêk bînin.
Wek tê zanîn artêşa Îsraîlê ji 2’yê Adarê ve êrişî Lubnanê dike heya niha di êrişan de zêdetirî hezar kes mirine.
Hikumeta Lubnanê ragihand ku heya niha kesên koçber bûne mîlyonekî derbas kiriye.



