Artêşa Îsraîlê doh bi şev li başûrê Sûriyê baregeha leşkerî ya girêdayî hikumeta demkî yê Sûriyê bombebaran kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, êrişên wan ji bo rêveberiya Şamê peyamek eşkere ye.
Wezîrê Parastinê Katz da xuyakirin ku armanca êrişên wan ên li ser baregehên rêveberiya Şamê parastina Dûrziyan e.
Katz gef li hikumetê xwar û teqez kir ku pêwîst bike careke din li dijî Sûriyê êrişên tund pêk bînin.
KATZ: ARMANC ÊRIŞÊN ME PARASTINA DÛRZIYAN E
Têkîldarî êrişê artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û got çek û navenda fermandariyê ya li qadek leşkerî yên li başûrê Sûriyê hate xistin.
Artêşê diyar kir ku êrişên li ser Durziyan qebûl nakin û hate gotin ji bo parasina wan û şopandina rewşa li herêmê wê operasyonên xwe dewam bike.
Fermandariya Hêzên Muhafizên Neteweyî yên Siwêdayê di 19’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrişên li herêma Siwêdayê de 7 kes mirine, 4 birîndar bûne û 19 kes jî hatin revandin.



