Buroya Hiquqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîne.
Di daxuyaniya ku li ser medya dîjîtal X’ê hat parvekirin de hat diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya mafê hevdîtina malbat û parêzeran de hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Alî Ocalan re hevdîtin kiriye.
Hat diyarkirin ku parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî beşdarî hevdîtinê bûne.Herwiha hat diyarkirin ku girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin; Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîne.



