Li Zanîngeha Kobanê 2 hezar xwendekar dikevin ezmûnên werza yekemîn.
Piştî êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di meha Çileyê de dest pê kir, beşeke mezin a xwendekarên Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê, xwendina xwe li Zanîngeha Kobanê temam kir.
Îro derdora 2 hezar xwendekarên Zanîngeha Kobanê, xwendekarên berê li Zanîngeha Şerq bûn, her wiha xwendekarên lîsansê yên ji hemû beşan dest bi ezmûnên werza yekemîn kir.
Ezmûn serê sibehê saet 09.00’an dest pê dikin û saet 11.00’an bi dawî dibin, danê din jî saet 11.30’an dest pê dikin û saet 13.30’an bi dawî dibin.
Ezmûn dê 2 hefteyan bidomin.



