Li Rojavayê Kurdistanê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi civînan hatin bibîranîn.
Li Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Dêrik, Til Temir û Kobanê bi armanca bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê (21-28’ê Adarê) civîn hatin lidarxistin.Bi vê munasebetê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Hola Efrîn civîn li dar xistin. Tevî malbatên şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, meclis û şêniyên bajar tê de amade bûn.
Di her du civînan de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Zinar Efrîn û Necah Silêman axivîn û behsa girîngiya bîranîna têkoşeran kir.
Di axaftinan de têkoşîna şehîd Egîd û şehîd Mazlûm hat vegotin û hate destnîşankirin ku xeta her du şehîdan ji nifşan re bûye jêdera îlhamê da ku têkoşînê ji bo yekitiya Kurdan û mîsogerkirina mafên wan bidomînin.
Di dawiya civînan de sînevîzyonek li ser têkoşîna her du şehîdan hat pêşandan.
Li hola Sendîkaya Karkeran a bajarê Rimêlanê jî bi beşdariya bi dehan şêniyan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî civînek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtinê, şêwirmendê Meclisa Bajarê Girkê Legê Kawa Qehreman axivî û girîngiya bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê vegot.
Kawa Qehreman bi bîr xist ku şehîd Mazlûm Dogan ji kesên pêşîn bû ku li hemberî siyasetên çewisandinê yên di girtîgehan de rabû û helwesta wî ya berxwedêr bû destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Her wiha anî ziman ku fermandar Egîd jî tevî hemû zehmetiyan îradeya berxwedan û biryardayîna domandina têkoşînê nîşan da û di meşa azadiyê de şopek hişt.
Kawa Qehreman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîdên Hefteya Lehengiyê îsbat kir ku îradeya gelan ji hemû cûreyên zilmê mezintir e.
Civîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
Bi heman boneyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi amadebûna bi sedan kesî semînerek li Navenda Çandê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê organîze kir.
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Zozan Dêrik semîner bi rê ve bir û diyar kir ku Hefteya Lehengiyê ji bo gelê Kurd dîrokek bû da ku hebûn û nasnameya xwe îsbat bike.
Zozan Dêrik anî ziman ku bi saya şehîdên Hefteya Lehengiyê gelê Kurd xwe ji siyasetên înkarê parast û got: “Berxwedana şehîdên Hefteya Lehengiyê di Şoreşa Rojava de bû jêdera îlhamê.”
Piştî dayîna semînerê dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê jî bi amadebûna bi sedan kesî civînek li hola PYD’ê li dar xist.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Mîranî behsa dîroka gelê Kurd, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û pêşengên wê kir.
Mîranê destnîşan kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de bi hezaran şehîdan dane û jib o avakirina civakeke demokratîk û azad hîna berdêlan dide.
Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Sebah Wehîd jî wate û nirxên Hefteya Lehengiyê şîrove kirin û da znaîn ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kirin ku dikarin zihniyeta civakê biguherînin.
Sebah Wehîd destnîşan kir ku gelê Kurd lehengiya xwe ji şehîdîn Hefteya Lehengiyê digirin û li ser şopa şehîdan dimeşin ta hêviyên wan ên azadî û mîsogerkirina mafên xwe di destûran de bi cih werin
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi merasîmekê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn. Bîranîn li navenda Meclisa Bajarê Til Temirê bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û got, Hefteya Lehengiyê boneyeke girîng e ji bo bîranîna şehîdan, di nav wan de şehîd Egit e ku , yek ji kesayetên herî navdar di dîroka tevgera Kurd de ye. El Ehmed banga şopandina rêyan şehîdan kir.
Her wiha bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî û got divê civak li hemberî êrişan yekitiya xwe çêke. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Kobanê ji bo bîranîna fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) merasîmek li dar xist.
Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û ciwanan hat lidarxistin.
Marasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûra ji rêveberên bajarê Kobanê Rûken Ehmed şehîdên Hefteya Lehengiyê û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ ya ji aliyê şehîd Egîd û Mazlûm Dogan ve hatiye bangkirin, heya roja îro jêdera berxwedanê ya gelê Kurd e. Bi vê dirûşmê gelê me li hemberî zilm û desthilatdariyê li ber xwe dide.”
Rûken Ehmed wiha anî ziman: “Em ê jî her tim ji bo azadiyê têkoşîn bikin û tu carî dest ji xeta barxwedan û têkoşînê bernadin û em ê têkoşînê xwe xurtir bikin da ku em bigihijîn serkeftinê.”
Piştre sînevîzyon der barê têkoşîn û berxwedana fermandar Egîd de hate pêşandan. Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Dirbêsiyê jî, bi beşdariya endamên saziyên sivîl û meclisên bajar civînek li dar xist.
Piştî deqeya rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Nesrîn Elî têkoşîna Fermandar Egîd vegot û anî ziman ku şehîd Egîd mînake îrade û fedakariyê bû, rojekê ji erka xwe ya azadî û rûmeta gelê xwe teredudu nebû.
Nesrîn Elî bi domdarî got: “Têkoşîna ku PKK’ê li ser esasê wê ava bûye, berhema keda şehîdan e. Bi saya vê yekê îro gelê Kurd li çar aliyên cîhanê bûye yek.”



