Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe û rojbûna Rêber Apo daxuyanî da û got:
”Têkoşîna wan a ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest wê dewam bike”.
PJAK’ê got, 22 salên PJAK’ê bi têkoşîna têr û tijî derbas bûn .
Têkoşîna li ser bingeha dilsoziya bi gelê Kurd, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gelên bindest dimeşîne.
Ev têkoşîn wê bi armanca “Jiyaneke bi serketin û azadiyê” dewam bikin.
PJAK: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne
PJAK’ê bi bîr xist ku di 4’ê Nîsana 2004’an de bi armanca parastina mafên gelên bindest ava bû.
Partiyê damezrandina xwe weke “Jinûve vejîna gel” pênase kir û wiha anî ziman:
Bi saya tevgera azadiyê ya gelê Kurd destektiyên girîng hatine afirandin û got:
Saleke li paş ma û gelê Kurd li ber siya têkoşîna tevgera rizgariyê ye.
Bi taybetî bi saya fedakariya hêzên gerîla û kadroyan destektiyên gelekî mezin bi dest xist .



