Wednesday 2026/06/10
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Salvegera damezrandina YPJ’ê

April 3, 2026
in JIN
A A
YPJ’ê Fermandar Gulçiya Gabar bi bîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîneyên Parastina Jin ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hat avakirin, niha dikeve sala xwe ya 14’an.
Bi destpêka pêvajoya entegrasyonê re, têkoşîna ji bo parastina mafên jinan û beşdariya wan di avakirina siberoja Sûriyê de, dikeve merheleyeke nû.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de hat avakirin, niha dikeve sala xwe ya 14’an.

YPJ bi têkoşîna xwe ya li herêmê, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê li cîhanê jî deng vedaye û bûye sembola berxwedana jinan.

Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir, gelek jin tev li hêzên YXK’ê bûn.

Şoreşa Rojava û avabûna Yekîneyên Parastinê YPJ’ê

Sala 2013’an jinên ku cihê xwe di nava YXK`ê de digirt êdî xwe bi rêxistin kir û tabûrên jinan li Cizîrê, Firat û Efrînê bi rêxistin kirin.

2’yê Nîsanê 2013’an li bajarê Dêrikê konferansa yekemîn hate lidarxistin.

4’ê Nîsanê ji raya gişti re hate ragihandin.

Konferansa yekemîn bi armanca birêxistinkirina jinan biryareke stratejîk bû.

YPJ’ê li ser bingeha paradîgmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan têdikoşe û azadiya civakê bi azadkirina jinan ve girê dide.

Her wiha YPJ’ê armanc dike ku Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û piralî ava bike.

YPJ’ê akademiyên bîrdozî û leşkerî ava kirin û şervanên xwe di aliyên akademîk, teknîk, taktîk û hwd de perwerde kirin.

Pêngavên ku YPJ’ê tevlîbûn û serkeftin bidestxist

YPJ’ê ji destpêka avakirinê tev li hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû.

YPJ’ê cara yekemîn di sala 2013’an de li Serêkaniyê li hember DAIŞ’ê şer kir.

Di sala 2014’an de berê xwe da Til hemis û Til Temirê û di sala 2015’an de dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir.

Sala 2014’an tev li pêngava rizgarkirina Şengalê bû.

YPJ sala 2017’an jî tev li pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Tebqa û Reqayê bû û 2019’an di pêngava Bagera Cizîrê ya qedandina DAIŞ’ê ya li Baxozê bû.

Têkoşîna jinan dikeve merheleyeke nû

6’ê Çileya îsal de komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê, ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bigire, êrişên berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin.

Di êrişan de keziyên şervaneke YPJ’ê birîn û gelek ji wan dîl girtin, çarenûsa hin şervanan heya niha nayê zanîn.

Li gel guhertin û veguhertinên li Sûriyê rû didin, nîqaşên li ser siberoja hêzên leşkerî, arîşeyên ewlehî û siyasî yên li pêşberî YPJ’ê nîşan didin.

Mijara entegrekirina YPJ’ê di nava sazûmaniya nû ya artêşê de hîna cihê nîqaşê ye.

YPJ’ê di gelek boneyan de diyar kir ku dê têkoşîna parastina mafên jinan û destkeftiyên şoreşê bidomîne.

Sozdariya YPJ’ê piştî 13 salan

YPJ’ê 13 salên ku her kêliya wê bi qehremanî û werekî, li pey xwe hişt.

Ji bo dîroka jinên têkoşer bû werçerxeke ku wê dîrok tu car nekare wê înkar bike.

Ji lew re YPJ’ê bi ked û têkoşîna xwe di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe şênber kir û diyar dike ku dê di pêvajoya bê de jî têkoşîna xwe bidomîne.

 

Previous Post

PJAK’ê bi wesîleya Salvegera damezrandina xwe û 4’ê Nîsanê daxuyaniyek da

Next Post

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê da

Weşana girêdayî

SOHR: Di zindanên hikûmeta veguhêz de 4 Elewî hatin kuştin
JIN

Jin di girtîgehên Îranê de rastî êşkenceyên derûnî tên

Hêzên Talîbanê jineke kurd û keça wê kuştin
JIN

Hêzên Talîbanê jineke kurd û keça wê kuştin

Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Divê demildest 3 endamên RJAK’ê bên berdan
JIN

Meclisa Îştar a Mexmûrê bertek nîşanî gotinên Rahmî da

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye