Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo peyamek da.
KCK’ê diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e.
KCK’ê bang li her kesî kir ku vê rojê bi çandina daran pîroz bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan peyamek weşand.
KCK’ê got, em dikevin rojbûna 77’an a Rêber Abdullah Ocalan ku gelê me weke rojbûna xwe dibîne û her sal bi coşeke mezin pîroz dike.
Lewma em vê rojbûna bi wate li Rêberê xwe, li gelê xwe, li jin, ciwanan, gelan û mirovahiyê pîroz dikin.
KCK: Gelê Kurd hebûn û azadiyaArêber Apo weke hebûn û azadiya xwe dibîne
KCK’ê diyar kir ku Rêber Apo ji bo gelan û mirovahiyê bi taybetî jî j bo gelê Kurd û jinan nirxên gelekî mezin afirand û wiha bi lêv kir:
Rêber Apo di nava şert û mercên gelekî giran de, li ser zemîneke ku derfet lê nebû xebitî, ked da afirand, têkoşiya û ev encam afirand.
Paradîgma û fikrekî welê danî holê ku mirovahiyê dikare azad bike.
Gelê Kurd bi vî fikrê nû û paradîgmaya Rêber Apo ronî bû.
Ji ber vê jî gelê Kurd Rêber Apo weke Rêberê xwe dibîne, hebûn û azadiya xwe di nava hebûn û azadiya wî de dibîne û jê gelekî hez dike.
KCK: Jin bi hezkirin û dilxwaziyeke mezin dilsozê Rêber Apo ne
KCK’ê da zanîn ku jin jî bi hezkirin û dilxwaziyeke mezin dilsozê Rêber Apo ne û got:
Rêber Apo mêrtiya serwer a heyî red kir, azadiya jinê weke pîvana bingehîn a jiyanê dît.
Lewma jin Rêber Apo gelekî nêzî xwe dibînin û azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dinirxînin.
KCK: Serketina pêvajoyê wê serketineke mezin bide gelê kurd
KCK’ê anî ziman ku Rêber Apo bi rêya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xizmeteke mezin da mirovahiyê û hemû gelan.
Herî dawî Rêber Apo di pêvajoyekê de ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn giran bûye ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û bi vî rengî modeleke çareseriyê ya alternatîf û nû pêşkêşî mirovahiyê kir.
Bi vê banga dîrokî û manîfestoya nû re li hemberî polîtîkaya hêzên hegemonîk bi feraseta çareseriya entegrasyona demokratîk re pêşî li jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan vekir.
Eşkere ye ku serketina vê pêvajoyê wê serketineke mezin bide gelê Kurd, jinan, gelan û mirovahiyê.
KCK: Em 4’ê Nîsanê bi çandina daran ku daxwaza Rêber Apo ye bi coş pîroz bikin
Di dawiyê de KCK’ê bang li her kesî dikin ku 4’ê Nîsanê bi çandina daran ku daxwaza Rêber Apo ye bi coş pîroz bikin.



