Berpirsê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ‘ Asayîş’ li Hesekê Mehmûd Xelîl ‘Siyamend Efrîn’ diyar kir ku dê sibe koma duyemîn ya koçberên Efrînê ber bi Efrînê bi rê keve.
Siyamend Efrîn di vê derbarê de postek li ser platforma “X” de parve kir û got:
Gava vegera koçberan li ser bingeha lihevkirin û peymana 29’ê Çileyê de pêk hat ku bi ewlehî karwanê yekemîn yên koçberan gihişt cihê xwe.
Sibe jî di saet 6’ê Sibehan de wê karwanê duyemîn ên koçberên Efrînê bi rê keve.
Cihê kombûn û destpêkirinê ji “Çerxerêya Şehîd Yûsif Kelo” li bajarê Qamîşlo ye.
Siyamend Efrîn: Karwan ji 200 malbatî pêk tê û dê li ser rêya m4 ber bi Efrîn ve biçe
Siyamend Efrîn da zanîn ku karwan ji 200 malbatan pêk tê û dê li ser rêya navneteweyî ya M4 ber bi Efrîn ve biçe û wiha anî ziman:
Xebat ji bo misogerkirina vegera ewle û rêxistinkirî ya hemû koçberan berdewam dike.
Em ji kesên ku di vê komê de qeydkirî ne dixwazin ku pabendî dîrok û cihê diyarkirî bibin da ku pêvajo li gorî bernameyê bidome.



