YPJ’ê bi boneya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da.
YPJ’ê da zanîn ku ewê heya dawî erkên xwe yên azadiya gelan, wekheviya jinan û pêşeroja demokratîk a Sûriyê bicih bîne.
YPJ’ê destpêkê anî ziman ku ew bi şanazî salvegera 14. a damezrandina Yekîneyên xwe yên Parastina Jin YPJ’ê li tevahî jinan û gelê xwe pîroz dikin.
Li ser vê bingehê 4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêber APO ye, di heman demê de rojbûna YPJ’ê ye.
YPJ: Tevlîbûna YPJ’ê a nava wezareta parastinê wê artêşke Sûrî a nûjen ava bike
YPJ’ê diyar kir ku ji roja destpêkê heya îro gav bi gav bi wan têkoşîneke dijwar, bi fedakarî û berdêlên giranbiha ve xwe avakir û giha roja îro û got:
Hebûna YPJ ji bo hemû jinên ku li Sûriyê dijîn bûye çavkaniya ewlehî û baweriyê.
Ji ber vê yekê, tevlêbûna YPJ’ê a nava wezareta parastinê wê bibe wesîle ku artêşeke Sûrî a nûjen û mînak were avakirin.
YPJ: Wê têkoşîna me rêya milyonan jinan ronî bike
YPJ’ê got hevdîtina dawî ya li Şamê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê.
Em bawerin wê têkoşîna me rêya milyonan jinan ronî bike.
Ji bo wê heya dawî emê erkên xwe yên azadiya gelan, wekheviya jinan û pêşeroja demokratîk a Sûriyeyê bicih bînin.



