Şêniyên Dirbêsiyê û malbatên dîgirtiyan daxwaza serbestberdana zarokên xwe kirin û diyar kirin ku îşkence û muameleya nemirovane ya li dijî dîgirtiyan , sûc û binpêkirina eşkere ya hemî qanûn û peymanên navneteweyî ye.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla yek ji xizmên dîlgirtiya, Xebat Miêş û bi zimanê Erebî ji hêla rêvbera Kongra Star Silava Simo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya herêmî û navneteweyî, her weha rêxistinên mafên mirovan hat kirin û hate gotin “Em, malbatên dîlgirtiyên Kurd û şêniyên bajarê Dirbêsiyê, bi dengekî bilind berdewamiya girtina zarokên me di zindanên qaşo ‘Hikûmeta Demkî’ de napejirînin.”
Malbatan diyar kir ku bêdengiya li hember êşên wan êdî nayê qebûlkirin û doza wan bûye meseleyek rûmet û hebûnê. Her wiha gotin ku zarokên wan ne sûcdar bûn, lê belê di pêşengiya parastina bajar û gelê xwe de bûn, bi wêrekî li hember xetereyê ji bo parastina ax û rûmeta xwe rawestiyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku girtina dîlgirtiyan neheqiyek eşkere û xiyanetek li qurbaniyên wan e. Li gorî agahiyên ku hin ciwanên vê dawiyê hatine berdan, ew di girtîgehan de rastî îşkence û muameleya nemirovane hatine, ev yek sûcek e û binpêkirinek eşkere ya hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye, ku bi tu awayî nayê tehemûlkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin “Li kêleka êşa dîgirtiyan, em diyar dikin ku mijara şehîdan ne kêmtir girîng û cidî ye. Em bi zelalî û eşkere daxwaz dikin ku bê şert û merc a cenazeyên şehîdan ji malbatên wan werin vegerandin“.
Malbatên dîlgirtiyan di daxuyaniya xwe de der barê jiyan û ewlehiya kur û keçên wan de, aliyên têkildar berpirsiyar girtin û diyar kir ku berdewamiya van binpêkirinan dê tenê hêrsa raya giştî zêde bike “Em êdî bêdeng namînin, û em dev ji mafên xwe yên rewa bernadin.”



