Îro Ajokarên servîsan ên xeta Qamişlo-Dêrikê derneketin kar û protesto kirin.
Sedem jî ew e, ajokar dixwazin bihayên çûyîn û hatinê were zêdekirin.
Ajokar ji Qamişlo heyanî Hesekê 10 hezar LS digirin, heyanî bajarê Tirbespiyê 5 hezar û heyanî Dêrikê jî 11 hezar e.
Ji ber wê ajokaran ji aliyên têkildar xwest, bihayên çûyîn û hatinê zêde bikin.
Ew dixwazin nirxê rêya heyanî Hesekê bibe 15 hezar, Tirbespiyê bibe 8, Dêrik 15, Çilaxa û Rimêlan 12 e.
Ajokeran dibêjin di çûyîn û hatinê de gelek mesrefê dikin û berî 20 rojan daxwaza xwe bi fermî rakirine aliyên têkildar.
Piştî wê li ser daxwaza wan komîteyek hatiye avakirin û rewşa wan lêkolîn kiriye.
Bi lêkolînê re derketiye holê ku temîra erebeyan gelekî buha bûye. Ji ber vê yekê komîte û Rêveberiya Veguhastinê ya bajar daxwazên wan qebûl kirine, lê Desteya Şaredariyê hîna ev biryar îmze nekiriye.
Ajokaran diyar kir ku rê gelekî xirab bûne, erebe ji ber xirabûna rê gelekî zirarê dibînin.
Berî niha ajokaran careke dîtir protesto kiribû û daxwaz kiribû ku biha werin zêdekirin. Lê belê heyanî niha pirsgirêka wan çareser nebûye.



