Bajarê Odessa ya Ukraynayê ji hêla dronên Rûsî ve hat xistin.
Ji ber êrişê ku dron cihê sivîlan hedef girt 2 kes hatin kuştin, binesaziya bajêr zirar dît.ç
Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsiyayê ragihand ku 175 girtiyên şer di navbera wan û Ukranynayê de hatin pevguhertin.
ajarê benderê Odessa bûn armanca êrişên Rûsî.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku dron cihên sivîlan hedef girtiye.
Di encama êrişê de 2 kes mirin û kes jî birîndar bûn, binêsaziya bajêr jî zirar dît.
Piştî êrişê tîmên rizgarkirinê cihên êriş hatine kirin dest bi rizgarkirin û lêgerînê kirin.
RÛSYA Û UKRAYNA 175 DÎLGIRTIYÊN ŞER BI HEV GUHERTIN
Li gel vê yekê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 175 girtiyên şer di navbera wan û Ukranynayê de hatin pevguhertin.
Ev yek di çarçoveya danûstanina sînordarkirî di navbera her du aliyan de pêk hat.
Wezaretê di peyamekî li ser platforma “X” ya Kremlinê de got:
“11’ê Nîsanê, 175 leşkerên Rûsî ji deverên ku di bin kontrola rejîma Kîevê de bûn hatin vegerandin.
Di berdêla vê de, 175 dîlên şer ên ji hêzên çekdar ên Ukraynayê hatin radestkirin.”
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li hemû eniyên operasyona leşkerî ya li Ukraynayê pêşve diçin û di 24 saetên borî de zêdetirî hezar û 200 leşkerên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.



