Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweş bi bîr anî.Dayika Rêber Abdullah Ocalan Uwêş di salvegera 33’emîn a wefata wê de li Til Temirê hat bibîranîn.
Li bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên rêxistinên jinan civînek hat lidarxistin.
Di civînê de behsa rola dayika Uweş di avakirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hat kirin.
Hat gotin, Dayika Uweş kesayetek bi hêz di nava civakê û malbatê de bû. Xwedî taybetmendiyek xweser bû û zarokên xwe jî wisa mezin dikir.
Qeydên kevinperest ên civakê red dikin û li hemberî hemû astengiyan sekinî. Van rêbazên perwerdeyê bandor li avakirina kesayeta bibandor a Rêber Apo kir.
Her wekî Meclisa Kongra Star a bajarê Til Temirê jî dayika Rêber Abdullah Ocalan Uwêş bibîranî.
Li vir jî hat gotin, yadê Uwêş bû sembola dayika bi sebir, Ew nimuneya jinekê ye ku kesayetek bibandor ava kir. Îsbat kir ku perwerdeya di male de bingehê avakirina mirovên zane û civakeke zane ye.”



