Çavên Ewropayê îro li ser Macaristanê ne…
Welat ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên salên dawî diçin ser sindoqan.
Di vê hilbijartina ji bo YE jî girînde, wê biryara gelo desthilatdariya 16 salî ya Viktor Orban wê dewam bike an na dê were dayîn.
Serokwezîr Viktor Orban yê ji 2010’an ve welêt birêve dibe, ji ber “desthilatdariya yek-kesî” di navenda rexneyan de ye .
Rexneyên ku wî veqetandina hêzan qels kiriye, saziyên dewletê ji nûve şekil daye û bi giranî medyayê kontrol kiriye, girîngiya hilbijartinan bêtir zêde dike.
Hevrikê wî yê herî bihêz Peter Magyar e ku namzedê opozîsyonê ye.
Rapirsî nîşan didin ku hejmara dengdêrên ku guhertinê dixwazin zêde dibe.
Lê pergala hilbijartinê avantajek dide Orban.
Ev hilbijartin ne tenê Macaristanê, lê di heman demê de paşeroja Ewropayê jî eleqedar dike.
Hilbijartina Orban a ji nûve dikare bibe sedema dewamiya aloziyekî bi Yekîtiya Ewropî re.
Di heman demê de, tê payîn ku têkiliyên nêzîk bi Rûsyayê re dewam bikin.
Ger opozîsyon bi ser bikeve, dibe ku têkiliyên welêt bi Rojava re derbasî serdemeke nû bibe.
Encamên hilbijartinên îro li Macaristanê ne tenê hikûmetek, lê di heman demê de hevsengiya siyasî ya li Ewropayê jî diyar dikin.



