Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a KNK’ê civîna xwe ya 32. li dar xist.
Di civînê de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nîqaş hatin kirin.
Di civîna li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin de, nûnerên gelek partî û saziyên Kurdistanî amade bûn.
Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar da zanîn ku pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, gihaye asteke girîng û pêwiste ev bibe qanûnî.
Armanc ewe ku em rêyeke zelal bidin pêşiya xwe, gav bi gav bi nasnameyeke azad bimeşînin û aşitiyê ava bikin.
“Demildest pêwîstî bi avakirina sîwaneke neteweyî ya Kurdan heye”
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî diyar kir ku demildest pêwîstî bi avakirina sîwaneke neteweyî ya Kurdan heye.
Bi gotina wî avabûna xurtkirina hevpeymaniya Kurdan li Rojhilat pir girîng e.
Her wiha ji nûnerên partî û aliyên Kurdan a ji her çar beşên Kurdistanê peyam derket û dan zanîn ku xebat û têkoşîna gelê Kurd a li Rojhilatê welat girêdayî şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îran de nîne.
Gelê Kurd bi dehan sale xebat û têkoşîna xwe dide meşandin.
Hate gotin, ev komara heyî bimîne yan nemîne, wê xebat û têkoşîna gelê Kurd her dewam bike.



