Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji başûrê Lubnanê, hemwextî êrişên hêzên Îsraîlê li dijî Lubnanê, diyar kir ku wê şerê bi Lubnanê re berdewam bike.
Netanyahu di serdaneke şopandina hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê de bi dîmenekê got
“Şer didome, û beriya çend kêliyan dema ez li şertîa ewlehiyê bûm jî dewam dikir.
Me bi saya vê herêma ewlehiyê gefên ketina li nava Lubnanê têk birine.”
Netanyahu destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê “destkeftiyên mezin” pêk anîne, lê erk hîna bi dawî nebûye û got
“Hîn jî kar heye ku were kirin û ji xwe em dikin.”
Li aliyekî din jî, Hizbullahê ragihand ku di êrişa li dijî bajarê Seyda ya başûr de berpirsê yekîneya girêdan û hevkariyê hat kuştin.
Ragihandina Lubnanê jî bi bîr xist ku topavêjên Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek dever topbaran kirin.



