Bi boneya cejna Paskaliyayê duh şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana saziyên olî û civakî yên pêkhateya Suryanî kir.
Di serdanê de, şandeyê girîngî da têkiliyên dîrokî yên ku pêkhateyên herêmê li hev dicivîne.
Her wekî da zanîn ev bone di avakirina siberoja aram û aştiyê de temsîla sembola biratî, vejîn û hêviyê dike.
Hat destnîşan kirin ku hêza herêmê di pirrengî û rûnişkandina pransîbên jiyana hevbeş a navbera tevahî gelan de ye.
Şandeyê hêvî kir ku ev bone bi xêr, başî û bereketê vegere.



