Artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yê li herêmên Libnanê berfireh dike.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew derdora herêma Bint Cubeyl a başûrê Libnanê dorpêç kiriye.
Her wiha îdda kir ku di operasyonên dawî de zêdetirî 100 endamên Hizbullahê hatine kuştin.
Berdevkê Artêşê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medya civakî li ser operasyonê peyamek da.
Avichay Adraee dibêje dorpêça Bint Cubeyl a girêdayî Nebatiyê hatiye temamkirin.
Her wiha Adraee got li bejahî pevçûn derketiye û êrişên esmanî jî dewam dike.
Îsraîl: Zêdetirî 100 endamên Hizbullahê hatin kuştin
Berdevkê Îsraîlê îdda kir ku di êrişan de zêdetirî 100 endamên Hizbullahê hatiye kuştin, bi dehan binesazî hatiye tunekirin.
Heman demê got gelek çek hatiye bidestxistin û gefa berdewamiya êrişan xwar.
Çapemeniya Îsraîlê jî îdda kir ku li Bint Cubeylê hefteyek zêdetire êrişên zêde pêk hatine, Hizbullah jî bi roketan bersiva êrişan daye.
Çapemeniya Îsraîlê dibêje artêşê pêwendiya li heremê qut kiriye, hatina teqwiyeyê asteng kiriye, niha jî li ser avahiyan lêgerînan dike ku piştre hemû avahiyan birûxîne.



