Dadgeha Parîsê kompanya Lafarge ya fransî û 8 berpirsên wê yên berê bi tawana piştgiriya terorê ceza kir.
Ajansa Frnace Press eşkere kir ku dadgeha Parîsê bi wê tawanê ku kopmanyaya li herêma Çelebiyê ya Kobanê pere daye komên çekdar da ku karê xwe dewam bike, hikumê xwe derxist.
Li gor heman ajansê, ku di navbera 2013 û 2014’an, 5,6 milyon Euro daye 3 rêxistinên çekdar, ji wan DAIŞ û Cebhet El-Nusra.
Her wekî destnîşan kir ku van pereyan hişt ev rêxistin bi hêz bibin û plana êrişan deynin, yek ji wan jî êrişa li Parîsê ya 2015’an e.
Dadwer Isabel-Desper eşkere kir ku piştgiriya van rêxistinan û bi taybet DAIŞ, hişt ku kontrola xwe li ser dahatuyên Sûriyê xurt bike û rê da ku fînanseya çalakiyên xwe li hundir û derve bike.



