Li derdora bajarokê Til Hedîd û devera El Meamil li başûrê rojavayî bajarê Siwêdayê de, di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, pevçûn derket.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR) ragihand ku li derdora bajarokê Til Hedîd û devera El Meamil a başûrê rojavayî bajarê Siwêdayê de,
Di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê de pevçûn derket.
Li gorî SHORˊê, her du aliyan çekên navîn bi kar anîn, lê tu ziyanên mirovî rû tinene.



