Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê qurbaniyên komkujiya Enfalê bi bîr anî.
DEM Partiyê got: “Emê siberojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin.”
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê bi boneya 38’emîn salvegera Enfalê daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku Komkujiya Enfalê ya ku 14’ê Nîsana 1988’an destpê kir, weke yek ji xelekên herî giran a politikaya tunekirinê ya li dijî gelê Kurde û got:
Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, gundên wan hatin xirakirin, nasname û hebûna wan hate hedefgirtin.
Ev navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Emê siberojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin.
Em qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin.



