Di nîqaşên navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de hate pêşniyarkirin ku eger bernameya dewlemendkirina ûranyûmê ji bo demek dirêj were sekinandin, wê pêkanîn bên sivikkirin.
Nêrînên her du aliyan ji bo demê, cuda ye.
Endamên NATO’yê plana Trump a dorpêçkirina Tengava Hurmizê jî red kir.
DYE’yê ji Îranê re pêşniyar kir ku qasî 20 salan bernameya dewlemendkirina ûranyûmê rawestîne.
Li gorî çapemeniya Emerîka, ev pêşniyar weke yek ji şertên esas a peymaneke ji bo bidawîkirina şer, hate rojevê.
Îranê jî li dijî vê yekê pêşniyar kir ku tenê ji bo 5 salan fealiyetên nukleer rawestîne.
Ev cudahiya dem, weke yek ji sernavên herî girîng a lihevnekirinê derdikeve pêş.
Tê diyarkirin ku pêşniyara DYE’yê sivikkirina pêkanînan jî digire nava xwe.
Encameke şênber ji hevdîtinên dawî yên li Pakistanê, derneket.
Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance piştî muzakereyan ragihand ku wan “xetên sor ên zelal” pêşkêş kirine, lê li hev nekirine.
Aliyê Îran jî îdîa dike ku bernameya nukleer bi armanca parastina sivîlan e û diyar dike ku ew dest ji mafê xwe yê dewlemendkirina uranyumê bernade.
Rûsyayê ragihand ku di çarçoveya peymaneke gengaz de ew amade ne ku ûranyûma Îranê ya hatiye dewlemendkirin li ser xaka xwe depo bikin.
Ev pêşniyar weke gaveke xurtkirina baweriyê ya navbera aliyan, tê nirxandin.
Endamên NATO’yê plana Trump a dorpêçkirina Tengava Hurmizê red kir
Her wiha piştî têkçûna hevdîtinên bi Îranê re, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo trafîka deryayî ya li tengavê were astengkirin daxwaza piştgiriya navnetewî kiribû.
Lê welatên NATO’yê li hember vê bangê derketin.
Almanya, Spanya, Îtalya, Polonya û Yewnanistanê jî şandina hêzên deryayî ji bo dorpêçkirinê red kir.



