Rêveberê Têkiliyên Giştî yê Desteya dergeh û Gumrikê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyê Mazin Elûş derbarê deriyê Sêmalka de axivî.
Mazir Elûş diyar kir, Deriyê Sêmalka yê bi Herêma Kurdistanê re, ji 15ê Nîsanê ve ket bin sîwana kar û xebatên Destey dergeh û Gumrikê de.
Elûş anî ziman, niha ji ber lehiya Çemê Dîcleyê û derketina pirê ji xizmatê, deriyê Suweydiye-El-Welîd wekî alternatîfek demkî tê bikar anîn.
Rêveberê Têkiliyên Giştî yê Desteya dergeh û Gumrikê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyê Mazin Elûş got,
Saeta çûn û hatina rêwiyan ji 8:30ê sibê heta 3:00ê piştî nîvro ye,
Her wekî karê gumrikê heta 7:00ê êvarê ye.



