Gefeke berbiçav ji Rûsyayê hat ku rasterast bandorê li Tirkiyeyê dike.
Rêveberiya Moskowê navnîşanên şîrketên ku piştgiriya dronan didin Ukraynayê eşkere kir.
Di lîsteyê de şîrketên ji Tirkiyeyê jî hene.
Daxuyaniya ku ji hêla Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hatî weşandin diyar kir ku welatên Ewropî piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê di hilberîn û dabînkirina dronan de zêde dikin.
Li ser vê yekê hişyarî da ku ev dikare “encamên nepêşbînîkirî” bixwere bîne.
Di daxuyaniyê de navnîşanên şîrketên li Almanya, Brîtanya, Polonya û Tirkiyeyê hatine rêzkirin.
Berteka herî dijwar ji Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev hat.
Medvedev bi eşkere diyar kir ku lîsteya hatî weşandin “lîsteya hedefa potansiyel” ji bo artêşa Rûsyayê ye.
Ev daxuyanî wekî çavkaniyek nû ya aloziyê di têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê de têne hesibandin.
Her çend hevkariya parastinê ya Enqerê bi Ukraynayê re baş tê zanîn jî, tevgera Moskowê hevsengiyên dîplomatîk vegerandiye pêş.



