Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî derbarê çekên serokê Amerîkayê behs dikir ku aliyek Kurd biriye de axivî û got:
”Ev çek ji Silêmaniyê nehatine dizîn, her kesê ev yek kiribe, karekî xirab kiriye.”
Bafil Talebanî di hevpeyvînek xwe ya bi kanala Fox News a Amerîkî re behsa mijarê kir.
Bafil Talebanî ragihand ku Kurdistan xwedî çîrokek cûdaye û got:
Dikarim piştrast bikim tu kesî ji Silêmaniyê ew çek nebirine û ez nikarim li şûna partiyên din jî biaxivim.
Ew gotinên ku li ser dizîna çekan hatine kirin, ne ji xwe ve ne. Tiştê ku hatiye kirin cihê şermê ye.
Raste, bikaranîna Kurdan wekî mertalê şer fikrek xirab bû, lê belê ev yek cuda ye ku tu diziyê li hevalbendê xwe bikî.
Lewma li gorî min wê encamên vê yekê yên xirab hebin.
Hêjayî gotinê ye serokê Amerîkayê Donald Trump di 5’ê Nîsana 2026’an de, gotibû:
Amerîkayê gelek çek Kurdan re şandin.
Ez bawer dikim ku Kurdan ew çek ji bo xwe girtin û birin.



