Li başûrê Lubnanê di encama teqîna mayînekê de leşkerekî Îsraîlê hat kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Artêşê daxuyand ku leşkerî hatiye kuştin serbazekî yedek e û 31 salî ye.
Her wiha da zanîn ku ji birîndaran rewşên giran hene.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Li gorî lêkolînên pêşîn, teqîna dema ku erebeyekê pêl mayînekê kir çêbû.
Tî texmînkirin ku endamên Hizbullahê mayîn li herêmê ku ji hefteyan ve artêşa Îsraîlê lê belav bûne, bi cih kiribe.”
Artêşê ragihand ku wê der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.
Hate ragihandin ku piştî teqînê artêşa Îsraîlê li herêmê li gelek hedefan daye, lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.
Li gorî daneyan, ji destpêka şerê Îsraîlê û Hizbullahê ve ( Destpêka Adara îsal) 15 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.



