Proseya qeydkirina navên Kurdên bê nasname dewam dike.ç
Li gor berpirsên qeydkirina navan, dem mehek hatiye diyarkirin, lê dibe ku zêdetir jî bibe.
Ji 6’ê nîsanê ve, derî li pêş pêşwazîkirina qeydkirina navên kurdên bê nasname hat vekirin.
Ev der navenda Qamişlo ya qeydkirina navan e.
Heta niha jî hejmareke mezin a kurdan berê xwe didin navendan û navên xwe tomar dikin.
Wekî tê zanîn, ev qeydkirin di çarçoveya biryarnameya 13’an a serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê derheqê kurdan de ye.
Li gor berpirsan, gerek 6’ê gulanê qeykirina bi dawî bibe, lê eger demê têrê nekir, dê were dirêjkirin.



