Hêzên Deryayî yên Amerîkayê roja yekşemê keştiyeke barhilgir a Îranê desteser kir.
Fermandariya leşkerî ya hevbeş a Tehranê soz da ku bersiva vê êrîşê bide.
Li ser vê Îran dibêje ew ê ji bo danûstandinên gera duyem li gel Amerîkayê, wê şandeyê neşîne.
Amerîka tîmeke danûstandinan, bi serokatiya Cîgirê Serok JD Vance, ber bi Îslamabadê ve şand.
Trump ji Fox News re got: “Hevpeyman wê îro bê îmzekirin.”
Hîn ne diyar e ka danûstandin bêyî hebûna Îranê dê wekî ku hatiye plankirin bidomin, an jî dê Amerîka jî vekişe.
Pakistanê gera duyem a danûstandinan piştrast nekir, lê rayedaran dest bi xurtkirina ewlehiyê li Îslamabadê kirine.



