Meclisa Civakî ya Ermenî bi hevkariya Partiya Yekitiya Ermenî, bi boneya 111`emîn salvegera Komkujiya Ermenan semînerek li dar xist.
Meclisa Civakî ya Ermenî bi hevkariya Partiya Yekitiya Ermenî, îro li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê bi boneya 111`emîn salvegera Komkujiya Ermenan û ji bo bîranîna qurbaniyan, semînerek li dar xist.
Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, li gel kesayetên olî, civakî û çandî yên ji pêkhateyên cuda, beşdarî semînerê bûn.
Semîner ji hêla lêkolîner û dîroknas Hena Somî ve hate dayîn. Hena Somî bal kişand ser komkujî û qirkirinên ku ji hêla Osmaniyan ve li dijî Ermenan hatine kirin.
Hena Somî serdema qirkirinê di dema desthilatdariya Osmaniyan de bi bîr xist û got: “Osmaniyan bi zîhniyeta tûranî zêdetirî milyonek Ermen qir kirin.”
Somî destnîşan kir ku projeya Osmaniyan projeyeke îslama siyasî bû û qirkirin di navbera salên 1877 û 1908`an de pêk hat. Piştre amadekariyên qonaxeke din a qirkirinê di navbera salên 1908 û 1918`an de hatin kirin û piştre qonaxa sêyemîn bi Peymana Lozanê ya 1923`an bi dawî bû ku mafên Ermenan ji holê rakirin.
Somî got: “23`yê Nîsana 1915`an xaleke girîng bû di van bûyeran de, di wê demê de dest bi koçberkirinên girseyî û trajediyên mirovî hat kirin. Rojhilatê Anatoliyê bi tevahî ji Ermenan vala bû.”
Di dawiya semînerê de, Hena Somî bal kişand ser helwestên hin gelan. Somî destnîşan kir ku kesayet û komên Kurd bi hezaran Ermen parastin û rizgar kirin, wekî rêberê Êzidî Hemo Şero ku di wan komkujiyên xwînî yên li dijî Ermenan de helwesteke mirovî ya berbiçav nîşan da.



