Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de dîlgirtiyan serbest berde.
Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku dîlgirtiyan serbest berde. Daxuyanî li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya endamên yekitiyê û malbatên dîlgirtiyan hat dayîn. Malbatan wêneyên zarokên xwe yên dîlgirtî hildan.
Daxuyanî ji aliyê parêzer Neda Melkê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber şert û mercên ku Sûriyeyê tê re derbas dibin û ji aloziyên siyasî, ewlehî û îdarî, mijara dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê yek ji mijarên mirovî û yasayî yên herî girîng derdikeve pêş. Ev mijarê lêkolîn û çalakiyên berdewam, her wiha helwestek cidî û berpirsiyar ji hemî aliyên têkildar hewce dike. Di demên dawîn de, bangên gel û saziyên mafên mirovan yên çareserkirina vê dosyayê zêde bûn. Ji ber ku aliyên mirovî yên kûr ên vê dosyayê hene ku rûmet û mafên bingehîn ên welatiyan dikin eleqedar dike. Di heman demê de ev dosya rasterast bandorê li malbatên dîlgirtiyan û tevahî civakê dike.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nebûna çareseriyên zelal û dadperwer ji bo vê pirsgirêkê dê hêrsa civakî zêde bike û baweriya bi dezgehan lawaz bike, di encamê de dibe ku rewşeke bitirs û bêîstîqrariya yasayî û mirovî çêke.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çareserkirina vê dosyayê vebijêrekeke paşxistî nîn e, lê bûye pêdiviyek ku îtîbarên qanûnî û exlaqî û bicihanîna Peymana 29’ê Çileyê ferz dike.
Yekitiya Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser van xalan:
“Dosyaya dîlgirtiyan pirsgirêkek bingehîn e ku xwedî aliyên mirovî û hiqûqî ye. Nabe ev dosya li derveyî çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê were çareserkirin û nabe jî ji bo tu îtîbarên siyasî an dan û standinê were danîn, ji ber ku ev rasterast mafên wan ên rewa, mafên malbatên wan û azadiyên bingehîn ên kesan binpê dike.
Divê hikumeta demkî li gorî Peymana 29’ê Çileyê tev bigere. Ev peyman weke nexşerêyek yasayî, siyasî û îdarî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, di nav wan de ya herî girîng pirsgirêka dîlgirtiyan e, ku bûye mijarek fikara giştî û hewceyê çareserî lezgîn û berpirsiyartiyê ye.
Em banga tavilê ya serbestberdana girtiyan, vegera wan li malbatên wan, rêzgirtina mafên wan ên yasayî li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî û Danezana Navneteweyî ya Mafên Mirovan, bi taybetî wan bendên ku girtina keyfî qedexe dikin û rûmeta mirovan diparêzin dikin.
Divê ev dosyaya mirovî ji destwerdana siyasî were dûrxistin û bi hestek berpirsiyariya yasayî û exlaqî were çareserkirin. Bi vî rengî bawerî û serweriya yasayê xurt bibe.
Yekitiya Parêzeran mafê xwe diparêze ku hemû tedbîrên yasayî yên pêwîst bigire û vê dozê bi rêyên yasayî yên guncaw bişopîne da ku parastina yasayî û parastina mafên girtiyan garantî bike û muameleya wan a dadperwer misoger bike.”
Piştî xwendina daxuyaniyê malbatên dîlgirtiyên bi dirûşman xwest kes û karên wan tavilê werin berdan.



