Koordînasyona Kongra Star ji bo Zeyneb Celalyan daxuyanî da û têde diyar ku rewşa Zeyneb her ku diçe xirab dibe.
Kongra Star bang li hêzên navnetewî, saziyên demokratîk û gelan kir ku bi awayekî zelal li dijî van kiriyarn rawestin.
Kongra Star li dijî darvekirin û zextên li ser nexweşên li girtîgehên Îranê daxuyanî da.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
”Di demên dawî de li Îranê polîtîkaya zextê û bûyerên darvekirinê zêde bûne.
Her roja ku derbas dibe li ser van darvekirinan navên nû zêde dibin.
Ev yek bi armanca têbirina îradeya gel û tirsandina wê tê kirin.
Teybet di van demên dawî li hember daxwaza gel ya azadiyê polîtîkayên darvekirinê zêde kirine.”
“Di sala 2025’an de zêdetirî hezar û 600 kes hatin darvekirin”
Kongra Star bîlançoyên darvekirinê bi bîr xist û wiha domand:
”Di sala 2025’an de zêdetirê 1600 kes hatin darvekirin.
Dîsa di destpêka mehên sala 2026’an de bi sedan kes hatine darvekirin.
Tenê di nava hefteyêkê de biryara darvekirina bi dehan girtiyên siyasî hat dayîn.
Îran bi van daneyan ve di nava welatên cîhanê de ji aliyê darvekirinan de dikeve rêza pêşî de.”
Kongra Star: Rewşa Zeynep Celaliyan her ku diçe xiraptir dibe
Kongra Star bal kişand ser rewşa girtiyan bi taybet ya Zeyneb Celalyan û ev tişt anî ziman:
”Girtiyên siyasî yên ku di şert û mercên girande dijîn jî di bin xetereyê de ne.
Rewşa Zeynep Celaliyan her ku diçe xiraptir dibe.
Celaliyan, ji sala 2008 heta niha ango ev 17 sale di zindanên Îranê de ye.
Di dema girtina xwe de, Zeyneb mehên dirêj di hucreya yek kesî de hatibû girtin.
Û di vê pêvajoyê de bi eşkenceyên giranre rûbirû maye.
Îro, rewşa tendurustiya Zeynep Celaliyan her ku diçe xirabtir dibe û jiyana wê di xeterêdeyê de ye.
Ev rewş nayê qebûl kirin. Ev mijareke girêdayî azadî û mafê jiyanê ya gelan e.
Heke em îro bêdeng bimînin, sibê navên nû li ser vê lîsteyê jî wê zêde bibe.”
“Parastina Mafê Jiyanê berpirsiyariya hemû mirovahiyê ye”
Koordînasyona Kongra Star daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
”Parastina mafê jiyanê berpirsiyariya hemû mirovatiyêye.
Divê hêzên navnetewî, saziyên demokratîk û gelan bi awayekî zelal li dijî van siyasetan rawestin.
Ji ber ku her bêdengî an jî derengmayîn wateya windabûyîna jiyanên nûye.”



