Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal derbarê mijara Gulistan Doku de got: Li Kurdistanê li dijî jinan şerê taybet tê meşandin.
Divê li dijî vê em pergala ku tarîtiyê diafirîne ji holê rakin.
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal di lijneya giştî de der barê pêşnûmeyê de axivî.
Newroz da zanîn ku tiştên di dosya Gulîsan Doku de derketin holê tenê aliyekî vê bûyerê ye û got:
“Derket holê ku ger gumanbar an jî derdora wê xurt be rastî bi salan dikare bê veşartin.
Ji ber vê jî axaftina li ser lêpirsîna qels li aliyekî divê em veşartina rastiyê ya ji aliyê dewletê ve biaxivin.
Ji ber vê jî bi salan neronîkirina dosya Gulîstanê ne ku hêza dewletê têr nekiriye.
Ji ber li her derê li Dêrsîmê kamera hene. Qerekol hene. Dron kêm nabin.
Li cihekî wisa bûyera Gulîsatn Doku şerê taybet nîşna dide.
Li dijî vê, tişta divê bê kirin, pergala ku tarîtiyê diafirîne ji holê bê rakirinê ye.
Em soz didin, em ê ji bo hemû jinan bêdeng nemînin.”



