KNK’ê û DBP’ê bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an, daxuyanî dan û gotin:
”Divê ev jenosîd ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê komkujiya Ermeniyan şermezar kir û got:
Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an de, li dijî gelên xwecihî yên Xiristiyan ku li cografyaya Mezopotamya û Anatoliya dijîn, qirkirinek mezin pêk anî.
Ji gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin.
KNK’ê bang li Komara Tirkiyê kir ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.
DBP’ê komkujiya Ermeniyan şermezar kir
Desteyan Rêveberiya Navendî ya DBP’ê jî bi boneya 24’ê Nîsana roja komkujiya Ermeniyan, peyamek nivîskî weşand û qirkirin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi polîtîkayên yekperest ên Îtîhat û Terakiyê, ne tenê Ermenî, di heman demê de gelê Asûrî-Suryanî yê li herêma jî hedef girtiye û got:
Di encama qirkirin de bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan û koçber bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Ji bo aştiya civakî ya li Anatoliya û Mezopotamyayê, divê edalet bikeve meriyetê û li şûna kîn û nefretê, pîvana jiyana bi hev re esas bê girtin.



