Parêzer Hesen Ebdulezîm, ku yek ji siyasetmedarê li dijî rejîma Baasê bû,koça dawî kir.
Parêzer Hesen Ebulezîm ji ber sedema nexweşîya giran koça dawî kir.
Ebdulezîm di sala 1932’an de li gundewarê Şamê ji dayik bûye.
Li wir xwendina xwe ya zanîngehê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Şamê temam kiriye.
Her wiha bi dehê salan kar û çalakî di warên zagonî û siyasî de dest pê kiriye .
Ji sala 2011’an vir ve jî Hesen wekî koordînatorê giştî yê Lijneya Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk kar dikir.



