Li Hesekê xebatên ji bo birêxistinkirina firoşkarên kolanan dest pê kirine.
Firoşkarên kolanan jî ji şaredariyê xwest xebatên valakirina kolanan bandorê li karên wan neke.
Şaredariyê ji bo kêmkirina qelebalixê û hêsankirina trafîkê dest bi valakirina hin kolanan kiriye.
Firoşkarên kolanan jî dibêjin ev tedbîr debara wan a rojane tehdît dikin.
Şaredarî daxuyakirin ku ev xebat li ser giliyên şêniyan pêk hatiye û ew dixwazin pirsgirêka trafîkê kêm bikin.
Li Kolana Balê Mihemed Hesen xwediyê besteyekê ye diyar kir ku pirsgirêka sereke ew e ku kolan teng e û hejmara firoşkarên li kolanê zêde ye.
Mihemed El Salih firoşkarekî fêkiyane anî ziman ku daxwaza wan a sereke ew e ji bo firoşgehan devereke guncaw were veqetandin.
Berpirsa Beşa Zabiteyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Wefaa El Ebûd diyar kir ku şaredarî vê pirsgirêkê wek bersivdayîna giliyên şêniyan çareser dike.
Wefaa da zanîn ku projeyek niha tê lêkoînkirin ji bo veqetandina cihên guncaw ji bo firoşkarên kolanan û veqetandina cihekî ji bo firoşkarên sebzeyan li nêzî Til Xiwêran, li hember garaja giştî.



