Endamê Desteya Serokatiya (PYD) Aldar Xelîl behsa mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî kir û got: “Gelên vê herêmê dê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin.
Lewma divê komîsyonek bê ava kirin û bi hev re mufredateke diyar bikin.”
Aldar Xelîl got, Hikêmet dixwaze mufredeta Şamê bê rêvebirin û çend seat jî perwerdehiya Kurdî bê dayîn.
Ew jî ji aliyê Rêveberiya Rojava ve nayê qebûl kirin. Gelê me jî qebûl nakê.
Divê em vê mijarê di destê wan de bernedin. Heta ji me tê divê em bizanibin; Zimanê me hebûna me ye.
Çanda me hebûna me ye. Heke em çand û zimanê xwe neparêzin em ê tune bibin.
Aldar Xelîl: Hikumeta Şamê xwedî heşmendiyeke ku jinan tune dihesibînê
Her wekî di berdewamî de behsa neqebûlkirina YPJê û saziyên jinan di nava Hikûmetê de kir.
Xelîl diyar kir ku YPJê û Tevgera Jin formulên pir erênî peşkeş dike.
Lê hikumeta Şamê xwedî heşmendiyeke ku jinan tune dihesibînê. Jinan weke kirde nabînin.
Aldar Xelîl: Ji bo hebûna jinan têkoşînê mijareke serekeyê
Bi gotina wî heger jinek li gor heşmendiya wan ji wan re xizmetê bike qebûl dikin.
Lê jineke bi îrade û rêxist qebûl nakin û got: Ew jî mijareke têkoşînê û mijareke serekeyê.
Li ser vê mijarê xebatek tê kirin û têkoşîna wê berdewam dike. Heta bê qebûl kirin jî mijara serekê ya têkoşînê ye.



