Şaredariya Gel a bajarê Çilaxayê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan şaneya krîzê û komîteya rewşên awarte ava kirin.
Komîteya awarte ji tîma agirkuj, beşê xizmetguzarî û beşê jîngeh ên şaredariyê pêk tê.
Di çarçoveya amadekariyan de Rêveberiya Şaredariyê bi tîma agirkujiyê re civiya.
Di civînê de amadekariyên parastina zeviyên çandniyê hatin nîqaşkirin.
Tîmên agirkujiyê jî dest bi sererastkirina erebeyên agirkujiyê kirin û tankerên avê amade kirin.
Her wiha hemû amûrên agirkujiyê weke xertûmên avê, agirkujên biçûk û hwd. kontrol kirin.
Komîteya rewşên awarte du navendên rewşên awarte: yek navend li bajarê Çilaxa û ya dîtir jî li bajarokê Kîşkê ava kirine.
Her wiha Şaredariya Çilaxayê numereyên telefonên tîmên agirkujiyê li ser rûpelên xwe yên fermî û li tevahiya komînên bajar û bajarokan belav kirin.
Rêveberê tîma agirkuj a Şaredariya Gel a Çilaxayê Munîr Hesen anî ziman ku îsal giya gelekî bilind e û dema agir bikeve nava dexilan dibe ku zû belav bibe.



