Rêvebera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard, têkildarî hejmara kesên sala borî li cîhanê hatine darvekirin, bi daxuyaniyekê raporek weşand.
Di raporê de hat destnîşankirin ku sala borî li seranserê cîhanê 2707 kes hatine darvekirin.
Callamard da zanîn ku Çîn, Îran, Koreya Bakur, Erebistana Siûdî, Yemen, Kuweyt, Sîngapûr û DYA, cezayê darvekirinê wek çekekê bikar tînin.
Hat diyarkirin ku tenê Îranê herî kêm 2159 kes darvekiriye, ev hejmar du qat ji hejmara sala 2024’an zêdetire.
Çîn bi “serokê celadên cîhanê” hat tawanbarkirin, sala 2025’an bi hezaran darvekirin pêk hatine.
Li gorî daneyên rêxistinê; li Erebistana Siûdî herî kêm 356 darvekirin,
Li DYA’yê 47 û li Misirê jî 23 dozên darvekirinê hatine qeydkirin.
Bi giştî, rêjeya darvekirinê di sala 2025’an de li gorî sala 2024’an ji sedî 78 zêde bûye.



