Tevgera Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistan û zanîngehan mafekî wan ê rewa ye.
Tevgera Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê ji bo 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi amadebûna bi dehan xwendekaran, li pêş avahiya Zanîngeha Kobaniyê daxuyanî da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekar Beşar Şahîn ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî tê zanîn axa Suriyeyê di dîrokê de ji bo gelek nasname, netewe û zimanan bûye welatetekî dewlemend û xwedî nirxeke mirovahiyê. Her zimanek, dibe dewlemendiya civakê û dihêle ku bi rengê xwe civak hebûna xwe biparêze.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em jî wek gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Sûriyeyê dijîn, dixwazin ragihînin ku kurdî zimanê me yê dayikê ye. Bi vê yekê ve girêdayî hemû gelên ku hemwelatiyên Sûriyeyê mafê xwe yê birêvebirinê, fêrkirinê û hînbûnê bi zimanê dayikê heye.
Zimanê me ne tenê rêya têkiliyê ya malbatî û civakî ye, lê parçeyekî girîng ê çanda me û nasnameya me ye.”
Xwendekaran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistan û zanîngehan, mafekî wan ê rewa ye.



