Dê di navbera 15-17 hezîranê de civîna G7 li Fransayê bê lidarxistin.
Dezgehên ragihandinê dibêjin ku serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri jî bo vê civînê hatiye vexwendin.
3 çavkaniyan ji Reutersê re eşkere kir ku vexwendinameya El-Şeri bi dest radestî Wezîrê Darayî Mihemed Birniyê hatiye kirin.
Her wekî berpirsekî hikûmeta demkî ji Reutersê re gotiye ku beşdariya Sûriyê di van danûstandinan de dê behsa rola Sûriyê piştî girtina tengava Hurmuzê bike.
Ji çaxa ev civîn çêdibe ango ji sala 1975’an, bi beşdariya El-Şeri cara yekem nûnertiya Sûriyê li wê derê tê kirin.



