Hikumeta demkî ya Suriyeyê navên dibistanên li Rojava guhertin û wek lîste ji rêveberiyên herêmê re şandin. Rêveberiyan jî ev yek red kir û lîsteya xwe şandin Şamê.
Lê Wezareta Perwerdeyê navên dibistanên ku dê ezmûnên xwendekarên dibistanên girêdayî hikumetê lê werin çêkirin, dîsa guhertin. Rêveberiya dibistanan jî ev yek red kir.
Li gorî agahiyan, hikumetê pêşniyar kiriye ku navên zanyar, wêjevan û rewşenbîrên Kurd li dibistanan bên kirin.
Li gorî hin agahiyên ku ji çavkaniyan saziyên perwerdeyê hatine wergirtine, ji bo navên dibistanên li bajarê Qamişlo wezaretê lîsteyek ji Rêveberiya Dibistanan a bajar re şandiye, lê rêveberiyê lîste red kiriye û wan jî lîsteyek şandiye Şamê.
Rêveberiyê di lîsteya navên dibistanan de, hin guhertin çêkirine, lê navên hinek dibistanên ku di dema rejîma Baasê de navên hin kesayetên Kurd û Ereb lê hatibûn kirin, wekî xwe hiştine.
Lê di vê navberê de li bajarên wekî Qamişloyê ezmûnên xwendekarên dibistanên girêdayî hikumetê dê 4 hezîranê werin çêkirin.
Wezareta Perwerdeyê navên dibistanan şandine û dîsa guhertine.
Li bajarê Qamişlo navê Dibistana Şehîd Diyar wekî “Esed El-Dîn Şêrko”, navê Dibistana Şehîd Şervan, wekî “Şeref Xan El-Bedlîsî-2”, navê Dibistana Şehîd Ferhad Kat wekî “Hitîn” (di dema rejîma Baasê de heman nav bû), navê Dibistana Hesen Mehmûd Xelef wekî “Eqebe Bin Nafii” guhertine.
Tê gotin dê Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê vê lîsteyê jî red bike û bersiva xwe bide.



