Nameya ji bo zarokan a Mocteba Weysî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat înfazkirin, hat weşandin.
Nameya ji bo zarokên li Pirtûkxaneya Kurdî perwerde didîtin û ji aliyê Mocteba Weysî ve hatiye nivsandin, hat weşandin.
Wergera nameya du rûpelî ya Mocteba Weysî ku bi Soranî ye wiha ye:
Carinan hestên min ber bi wê pirtûkxaneyê ve difirin ku ruhê min ji bo pirtûkan baskên xwe dihejînin.
Ez bêriya her yek ji zarokên di pirtûkxaneyê de dikim.
Gelo ez ê rojekê pêşeroja wan bibînim ku ew mezin bûne? Ez nizanim.
Lê ji kûrahiya dilê xwe, ez ji her yekî ji wan re tenduristî, şehrezayî û jiyaneke birûmet dixwazim.
Serfiraziya neteweyê û mezinbûna we daxwazên min ên herî mezin in.
Bila heq bi we re be; bila heq piştgirê we û penageha we be.
Mocteba Weysî diyar kir ku xemgîniya serhildana ji bo şerê li dijî zaliman ji bo min ne çavkaniya bêhêvîtiyê ye; berevajî vê, ew herikîna jiyanê û wateya jiyanê ye.



