Erka Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA‘yê Tom Barrack bi dawî bû. Hat zanîn ku dê Barrack di dosyayên Sûriyeyê û Iraqê xebatan bidomîne.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio li ser hesaba xwe yê X‘ê daxuyand ku balyoz Tom Barrack dê di erkeke cuda de were peywirdarkirin.
Rubido got: “Erka sefîrê me yê mezin Tom Barack bi dawî bû. Tom Barrack dê bi ser navê rêveberiya Trump li Sûriye û Iraqê di xebatên cuda de pêşengtiyê bike.”
Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack di çarçoveya tevgerên DYA‘yê yên jinûe sazkirina siyasetên xwe li hemberî Şamê û rakirina cezayên li ser de, di Gulana 2025‘an de wekî nûnerê Sûriyeyê hatibû erkdarkirin.



