Rêveberiya Perwerdeyê ya Hesekê ji nirxandina amadekariya navendên ezmûnên dibistanên seretayî û navîn civîneke berfireh li dar xist.
Ji bo nirxandina amadekariyên ji bo ezmûnên dibistanên seretayî û navîn, îro Rêveberiya Perwerdeyê ya Hesekê civîneke berfireh li dar xist. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî beşdar bûn.
Civîn ji hêla rêveberê perwerdeyê yê Hesekê Ednan El Berî ve bi beşdariya çavdêrên navendên perwerdeyê û serokên navendên ezmûnan hate birêvebirin.
Di civînê de Ednan El Berî li gel rêveberê perwerdeya taybet a Wezareta Perwerdeyê Maan El Seyid û serokê Beşa Ezmûnan Mehmûd El Xidir, amadekariyên pêkanîna ezman nirxandin, her wiha rolên saziyên beşdar û mekanîzmayên hevkariyê di navbera wan de ji bo birêvebirina ezmûnan, hatin zelalkirin.



