Corona, tevgera Amerîka pûç dike û bazara pişkan dadixe

Vîrûsa corona tevgera welateke mezin mîna Amerîka jî pûç kir..Piştî mirina 22 kesan, Amerîka amadekariya girtina hinek wîlayetên xwe dike.

Li gorî Rojnameya The New York Times, hinek wîlayetên mezin mîna Waşington, New York û Kalîfornyayê rewşên awarte ragihandine û deriyên hinek dibistanên xwe jî girtine.

Vîrûsa corona ne tenê rih standin, lê belê derzek mezin li bazarên pişkan li seranserî cîhanê jî xist.

Mîna yên Asyayê, bazarên welatên Kendavê jç pir zerer dîtin û buhayên petrolê daketin.

Di nava nîv saetê de, pişkên bazarê Kuweytî ji sedî 10.29 û li Îmaratê 7.71 daketin.

Jixwe zerera herî mezin a pişkên şirketa ARAMCO ya Siûdî bû ku ji sedî 10 daket û serê her pişkekê gihaşt 27 dolarî.

Back to top button