KCDK-E bang li bijîşkên Kurdistanî yên li Ewropayê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Corona bang li bijîşkên Kurdistanî yên li Ewropayê kir ku tevlî komîteyên tenduristiyê bibin û bi berpirsyarî tevbigerin. 

KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev vîrûs bandorê li jiyana mirovan, di her qadên jiyanê, civakî, siyasî, aborî dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîstiya “Gelê me yê li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bi agahdarkirin û piştgiriyê heye û bang hate kirin ku ji ber virusê mirov netirsin, nekevin panîkê .

KCDK-E’ bang li doktorên Kurdistanî hemûyan kirin ku li her bajarê lê ne tevlî Komîteyên Tenduristiyê yên Krîzê bibin û bi berpirsyarî tevbigerin.

Back to top button