ji ber vêxistina agirê newrozê li Efrînê, 2 ciwan hatin revandin

Ji bo agirê Kawayê Hesinkar li çiyayên Efrînê geş nebe, çeteyên dewleta Tirk a dagirker cejna Newrorz li Efrînê Qedex kir, û sivîl revandin.

Her wiha li Efrînê jî ji ber vîrosa korona şêniyek 60 salî mir.

 

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyan sivîlê bi navê Mihemed Ênce ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê, bi sedema vêxistina agirê Newrozê êşkence kir û revand.

Li bajarê Efrînê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Behcet Hebeş ji gundê Ereba yê navçeya Mabata revand.

Çeteyan li navçeya Şiyê ya Efrînê 4 sivîl revandin

Rêxistinê ragihand jî ku çeteyên li navçeya Şiyê ya Efrînê du şênî ji gundê Anqelê bi navê Bekir Mistefa û Ehmed Arêf û ji gundê Senarê jî du şênî bi navê Mistefa Kirîv û Tewfîr Oso revandin.

Ji bo serbest werin berdan çeteyan ji malbatên wan re 3 Hezar Dolar xwestin.

Ji ber vîrûsa Corona şêniyê 60 salî li nexwşxaniyên Efrînê mir

li Aliyekî din çavkaniyên hêrêmî ragihand ku li Efrînê ji ber vîrûsa Corona şêniyê bi navê Mihemed Nûrî (60) li nexwaşxaniyên Efrînê jiyan xwe dest da.

Back to top button